ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Hikûmeta herêmî 120 milyar dînar radestî hikûmeta Iraqê kir
Wezareta Darayî ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 120 milyar dînar ji dahatên navxweyî radestî hikûmeta Iraqê kir. -
Iraq: Beşek ji şêwirmendên leşkerî yên DYE'yê dê li welat bimînin
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku pêvajoya vekişîna leşkerên Emerîkî dê heta dawiya salê bidome, lêbelê hinek şêwirmendên leşkerî yên DYE'yê dê ji bo ku di operasyonên li dijî DAÎŞ'ê de peywirê bikin, wê li welat bimînin. -
Xamaneyî bersiva ‘tesîsa nukleerî’ da Trump: Xeyalan dibîne!
Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî, angaştên Serokê DYE Donald Trump ên ku dibêjin bernameya nukleerî ya Îranê “bi tevahî hatiye îmhakirin” bi bîr xist û got: “Baş e, dîtina xeyalan bidomîne!” -
Şandeya ewlekariyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê li Tehranê ye
Şandeya bilind a ewlekariyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel berpirsên Îranê li ser dosyayên ewlekarî û sînorê navbera Îran-Iraqê de li Tehranê civiyan. -
Artêşa Îsraîlê bombe li gelek nuqteyên li Xezeyê barand: Herî kêm 45 kes mirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku roja Yekşemê li dehan hedefên Hamasê yên li herêmên cuda yên Şerîda Xezeyê xistiye. -
Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne peyama piştgiriyê hate dayin
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê, piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên jin ên di greva birçîbûnê de anîn ziman û xwestin ku cezayê darvekirinê were rakirin. -
Qasim Erecî: Kampa Holê metirsiyê li ser tevayî herêm û cîhanê çêdike
Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî yê Iraqê Qasim Erecî di hevdîtina xwe ya li gel Balyozê Elmanyayê yê Iraqê de daxwaza valakirina Kampa Holê ya li Rojava kir. -
HRW: Cudakariya li dijî jinan tê sazîkirin
Human Rights Watchê (HRW), nerazîbûnên xwe nîşanî Qanûna Şarwerî ya Caferiyan a ji 337 madeyan pêk tê û ji aliyê Serokkomariya Iraqê ve hate erêkirin, da. -
Endamê Encûmena Giştî ya Bexdayê hate kuştin
Endamê Encûmena Giştî ya Parêzgeha Bexdayê û Namzetê Tifaqa Serweriyê Sefa Meşhedanî hate kuştin. -
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî çû Misrê
Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî ji bo tevlî Civîna Bilind a Aştiyê ya Şarm El Şêx bibe çû Misrê. -
Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kirin
Hamasê komek ji dîlgirtiyan radestî Xaça Sor kir. Îsraîlê jî hezar û 966 mehkûm serbest berda. -
Îsraîl xwe amade dike ku tunelên Hamasê yên li Xezeyê îmha bike
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku piştî berdana dîlgirtiyên li Xezeyê wê tunelên Hamasê hemûyan îmha bikin. -
Beriya civîna Xezeyê 3 dîplomatên Qeterî li Misrê mirin
Beriya Civîna lûtkeyê ya Xezeyê ku dê li bajarê Şarm El-Şêx a Misrê bê lidar xistin, sê dîplomatên Qeterî di qezayeke trafîkê de mirin. Wezareta Karên Derve ya Qeterê, ragihand ku di qezayê de du dîplomatên din jî birîndar bûne. -
Li Îranê qeyrana avê: Veguheztina paytextê ji Tehranê di rojevê de ye
Îran bi qeyrana avê ya herî giran a dîrokê re rû bi rû ye. Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku welat "êdî bê çare ye" û ramana veguheztina paytextê ji Tehranê ji bo cihekî din anî rojevê. -
Îranê 13 mehan herî kêm 49 jin darve kir!
Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan di nava 13 mehên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê û îranê 49 jin hatin darvekirin. -
Li Xezeyê agirbest ket meriyetê, artêşa Îsraîl vedikişe
Li Xezeyê piştî şerê dijwar a ku bi hefteyan domiya, peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de îro li gorî saeta herîmî 12:00’an ket meriyetê. Artêşa Îsraîlê, ragihand ku ew di çarçoveya peyamanê de vedikişin cihên xwe. -
Hikûmeta Îsraîlê, agirbest û pevguhertina dîlgirtiyan erê kir
Hikûmeta Îsraîlê, diyar kir ku wan peymana agirbestê û pevguhertina dîlgirtiyan ya bi Hamasê re pêk anîne, erê kirine. -
Li Xezeyê agirbesta mayînde destpê kir
Serokê Hamasê yê li Xezeyê Xelîl el-Hayya got, “Em îro bidawîbûna şer û destpêka agirbesta mayînde radigihînin.” -
Îsraîl û Hamasê li ser agirbestê li hev kirin
Piştî şerê ku zêdetirî du salan e berdewam dike, Îsraîl û Hamasê sibeha roja Pêncşemê li Şerîda Xezeyê li ser agirbestê li hev kirin. -
Ji bo Parlamenta Iraqê 7 hezar û 768 namzet hene
Ji bo hilbijartinên meclîsê yên Iraqê ku tê payin di 11'ê Mijdarê de pêk were û propagandaya hilbijartinê di 3'ê Cotmehê de destpê kiriye, 7 hezar û 768 namzet di nava pêşbirkê de ne. -
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê: Di salekî de herî kêm 1695 kes hatin darvekirin
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê’ di hefteya 89’an de ye. Kampanyayê bi bîr xist ku di navbera meha Adar û Cotmeha 2025’an de 957 kes hatine darvekirin û destnîşan kir ku cezayê mirinê ne edalet, lê amûra zext û tirsê ye. -
Danûstandinên Îsraîl-Hamasê: Li gorî Trump pêvajo baş bi rê ve diçe
Tê gotin, danûstandinên neyekser ên li bajarê Şarm el Şeyh ê Misrê têne meşandin, di şerê Xezeyê yê 2 salan de werçerxeke. -
NY: Li Başûrê Xezeyê herêma ewle nîne, qadên mirinê hene
Neteweyên yekbûyî gotina 'Herêmên ewle' ku Îsraîl îdîa dike li başûrê Xezeyê ava kiriye, bi gotinên tund rexne kir. -
Îsraîlê dest danî ser keştiya dawî ku berê xwe li Xezeyê bû
Hêzên Deryayî yên Îsraîlê dest danîn ser keştiya dawî ya fîloya navneteweyî ku ber bi Xezeyê ve diçû. -
Îsraîl: Aktîvîstên fîloya hatî sekinandin wê ji Ewropayê re werin dersînorkirin
Îsraîlê ragihand ku wê aktîvîstên fîloya navneteweyî ya ku ber bi Xezeyê ve diçû û hate sekinandin, ji Ewropayê re werin dersînorkirin.